Civîna civata wezîran kêliyek beriya niha destpê kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, civata wezîran ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mihemed Sûdanî çend kêliyên beriya niha civiyaye.
Biryare di vê civîna han de civata wezîran ya Îraqê nîqaş li ser şandina para mûçeya mûçexorên herêma Kurdistanê bike û pişt re jî biryar li ser şandina mûçeyê bo karmendên herêma Kurdistanê bide.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî şanda herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê kiribû û li gel tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê li ser mijara mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin