Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa girîngiya aramiya Kurdistanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa serdana şanda herêma Kurdistanê bo Bexdayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchens kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir.

Di vê derbarê de serdana hefteya derbasbûyî ya şanda bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê û giftûgoyên şandê li gel her sê Serokatî û aliyên siyasî yên Îraqê bi taybetî bo dabîn kirina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê bi pêngaveke erênî bo çareser kirina kêşeyan wesifkir.

Mijareke din ya giftûgoya me taybet bû bi girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.