8 çekdar li Sûriyeyê hatine kuştin

rejîma Sûriyeyê dibêje tenê du leşkerên me hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Di encama bordimaneke Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gor çapemeniya Sûrî duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşeke berfire bo ser derdorê bajarê Tertûsê pêk anîne.

Çapemeniya Sûrî qala vê yekê dike ku, di encama êrîşa han de du leşkerên Sûrî hatine kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûne lê riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê eşkere kiriye ku, ev êrîş bo ser navenda çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê bûye û di encama êrîşa han de herî kêm 8 çekdarên Îranî û çend leşkerên rejîma Sûrî jî hatine kuştin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.