Behsa mijara bûdcey û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Şanda Kurdistanî yaku, bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro çû bû Bexdayê, yekem civîna xwe li gel Serokwezîrê hikûmeta federalî Mihemed Sûdanî pêk anî.
Di civînê de ku, tê payîn piştî demeke din daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de were weşandin, Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê behsa rêkeftinên navbera aliyên siyasî yên avakirina hikûmeta nû, rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser vê mijarê û herwiha sedemên neşandina mûçe û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin