Fûad Husên: Sibê serdana Tehranê dikim

Nemsa û Îraq rêkeftineke ewlekarî îmze kirine.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîrê derve yê Nemsayê civiyaye.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Nemsayê ragihand ku, vê sibê çarşem 13ê Îlonê serdana Îranê bike.

Fûad Husên eşkere kiriye ku, Îraq û Nemsa têkiliyên xwe di her warî de bihêztir dikin û Nemsa derbarê rewşa ewlekariya navxwe de rêkeftinek li gel Îraqê îmze kiriye.

Husên herwiha anî ziman ku, li gor qanûna bingehîn Îraqê, hikûmet rê nade ti aliyekê ku, ji axa Îraqê ve êrîşî ser welatên din bike û bo giftûgo kirin li ser wan mijaran vê sibê çarşem serdana Tehranê bike û li gel rayedarên Tehranê bicive.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.