Bi rêya kopteran hatiye bordimankirin.
Peyamnêrê me yê li Amêdiyê ragihand ku, çend kêlî beriya niha hijmareke kopterên artêşa Tirkiyeyê bi dijwarî dest bi topbaran û bordiman kirina çiyayê Metînayê kirine.
Peyamnêrê me diyar kiriye ku, topbaran û bordiman bi giranî li derdorê gundê Sêgirê û hember komelgeha Kanê li quntarê çiyayê Metîna bûye lê jiber dûriya cîhên bordimankirî heta niha zirarên bordimanê nehatine zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin