Hijmara qurbaniyên lehiya Lîbyayê gehêşte 3 hezar kes

dibêje fikar ji wenda bûna bi dehan hezar kes heye.
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Lîbyayê daxuyanî daye.

Wezareta tendirostî ya Lîbyayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihandiye ku, mixabin hijmara wan kesên ku, jiber rabûna lehiya mezin ya li Lîbyayê bûne qurbanî 3 hezar kes derbas kiriye.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî de hatiye diyarkirin ku, piraniya kesên ku, canê xwe ji dest dane ji bajarê Dêrîne ya Lîbyayêne û di nava 40 salên derbasbûyî de ev cara ewile ku, baraneke wisa bibare û lehiyeke wisa rabe.

Di berdewamiya daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, fikar hene bi deh hezaran kes jiber vê lehiya han wenda bibin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.