Îraq tedbîrên ewlekarî distîne

Îraq ji derbasbûna terorîstên DIŞIê ditirse.
کوردستان TV
100%

Dest bi lêdana xendeqan dike.

Jêderên ewlekarî yên Îraqê ragihandine ku, hikûmet û aliyên têkildar yên ewlekarî û leşkerî yên Îraqê dest bi stendina tedbîrên tund yên ewlekarî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de kirine.

Jêderên ewlekarî diyar kirine ku, piştî têkçûna rewşa ewlehî ya li Rojhilatê Sûriyeyê bo pêşî girtin ji derketina aloziyan li ser sînorên Îraqê, hikûmeta vê welatî ferman bi aliyên têkildar kiriye daku, li ser sînoran tedbîrên hewce yên ewlehiyê bistînin û aliyên têkildar yên ewlekarî jî dest bi amadekariyên pêwîst bo lêdana xendeqan li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê kirine.

Jêderên ewlekarî yên Îraqê diyar kirine ku, tirsa wan ji hatine terorîstên DIŞIê ye ji Sûriyeyê bo Îraqê.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.