Kirîdoreke nû ya abûrî tê vekirin

ev projeya han beşeke girîng ya cîhanê bi hevre girê dide.
کوردستان TV
100%

Ji Hindistanê destpê dike û digehêje Ewrûpayê.

Duhê li New Delhiya paytexta Hindistanê Serokên Amerîka, Siûdiye, Hindistan, Îmarat, Franse, Almanya, Îtalya û çend welatên din yên Yekîtiya Ewrûpayê, di çarçoveya civîna koma G20 de rêkeftineke nû ya abûrî ya bi navê kirîdora nû ya abûrî hatiye îmzekirin.

Ev kirîdora han ji Hindistanê destpê dike, digehêje Rojhilata Navîn û ji wir jî dirêjî Ewrûpayê dibe.

Ev projeya han yaku, projeyeke girîng ya Dîrokiye, di warê elektirîk, abûrî û enerjî de roleke gelek mezin li cîhanê de dilîze û beşeke gelek girîng ya cîhanê bihevre girê dide.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.