Derbarê rewşa Kerkûkê de raportek belav kiriye.
Navenda çavdêriya mafên mirovan (HRW) raportek derbarê xwepîşandanên li Kerkûkê de belav kiriye û têde diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê di dema xwepîşandanan de êrîşî ser xwepîşanderên medenî kiriye.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê gole li ser xwepîşanderên medenî reşandine û di encam de gelek welatî canê xwe ji dest dane û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.
Di raportê de daxwaz ji hikûmeta federalî jî hatiye kirin daku, li hember tawanbaran rêkarên pêwîst yên qanûnî bistîne û tawanbaran ceza bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin