Dibêje eger PDK vekêşe hikûmet hildiweşe.
Serokê partiya pêşeroja destûrî ya Îraqê Intîfaz Qenber derbarê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de huşdarî dide Bexdayê û dibêje para Kurdistanê mafê Kurdistanê ye û lazime li gor destûr û rêkeftinên îmzekirî para Kurdistanê ji bûdceyê were dayîn.
Întîfaz Qenber diyar kiriye ku, di navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser ava kirina kabîneya Sûdanî û herwiha li ser proje bûdceya federalî rêkeftin hatiye kirin û lazime Bexda pêbendî rêkeftinan be û para Kurdistanê ji bûdceya federalî bo Kurdistanê bişîne.
Nav hatî diyar kiriye ku, lazime hikûmeta Sûdanî vê yekê baş bizanibe ku, eger partiya demorkata Kurdistanê ji hikûmetê vekêşe vê demê hikûmeta Îraqê tê hilweşandin û li gor vê lazime Bexda para Kurdistanê ji bûdceya federalî li gor destûr û rêkeftinên îmzekirî bo Kurdistanê bişîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin