Siyasetên Bexdayê hatin şermezarkirin.
Kêliyek beriya niha bi sed hezaran kes li Dihukê dijî şehîd kirina welatiyên Kurd li Kerkûkê û siyasetên Bexdayê yên li dijî herêma Kurdistanê xwepîşandan kirin.
Welatiyên Xwepîşander di destpêka xwepîşandanê de deqîqeyek bo rêz girtin ji şehîdên Kerkûkê re rawestan.
Pişt re bi xwendina çend gotar û peyaman xwepîşandan destpê kir û şehîd kirina welatiyên Kurd li Kerkûkkê bi tundî hate mehkûmkirin.
Herwiha welatiyên xwepîşander bi tundî siyasetên Bexdayê yên li dijî herêma Kurdistanê û neşandina para Kurdistanê ji bûdceya federalî şermezar kirin û ragihandin ku, Bexda dixwaze bi vê rengî siyaseta birçî kirinê dijî Kurd bikar bîne lê Kurd bi ti awayî serê xwe li hember ev siyasetên han natewîne.
Xwepîşander qala vê yekê kirin ku, vê Kurd bê alternatîf nabe û bijardeyên din di destê Kurd de hene û lazime Bexda dev ji siyasetên xwe yên şovenîstî li hember Kurd ber de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin