Dibêje bi pêşengiya Omanê me danûstandin kiriye.
Li gor nûçeyeke rojnameya Întîxab ya Îranî, wezîrê derve yê vê welatî Husên Emîrebdulahiyan eşkere kiriye ku, rêkeftineke nû bi navê rêkeftina Sptemberê di navbera Îran û welatên din yên cîhanê de derbarê bernameya etomiya Îranê de hatiye amadekirin.
Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku, demeke dirêj di navbera Îran û Amerîkayê de bi pêşengî û mezûbaniya Şahê Omanê danûstandinên ne raste rast hatine kirin bo dimandina rêkeftina sala 2015an ya derbarê bernameya etomiya Îranê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin