Serokkomarê Îranê diçe Tirkiyeyê

Îran û Tirkiye asta bazirganiya navbera xwe bilindtir dikin.
کوردستان TV
100%

Civîna komîteya hevbeş di navbera Îran û Tirkiyeyê de hatiye lidarxistin.

Di çarçoveya serdana şanda Tirkî ya bi Serokatiya wezîrê derve yê vê welatî Hakan Fîdan de bo Îran, duhê li Tehranê civîna komîteya hevbeş ya steratejîk ya di navbera her du aliyan de hate lidarxistin.

Di civînê de her du alî behsa proje û karên hevbeş  yên xwe bi mebesta bihêztir kirina têkiliyên xwe û bazirganiya navbera xwe de kirine.

Her di civînê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, Îran û Tirkiye dixwazin asta liv û tevgerên bazirganiya navbera xwe bo 30 miliyar dolar zêdetir bikin.

Herwiha wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kiriye ku, li gel Serokkomarê Îranê hevdîtin kiriye û biryare di çend rojên pêşiya me de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Enqereyê bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.