Ti endamekî hêzên ewlekarî li Kerkûkê ne hatiye girtin

dibêje dawî bi qedexeya hatûçûyê hatiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje niha rewşa Kerkûkê normale.

Piştî belav bûna hin nûçeyan ku, qala binçav kirina çend endamên hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê dikirin, Peyvdarê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniya han Amir Nûrî diyar kiriye ku, di encama pevçûn û aloziyên duhê yên li Kerkûkê de herî kêm 4 welatî canê xwe ji dest dane û 15 welatiyên din jî birîndar bûne.

Amir Nûrî diyar kiriye ku, nûçeyên derbarê binçav kirina endamên hêzên ewlekarî de ne rastin û ti endameke hêzên han nehatiye girtin û niha rewşa Kerkûkê normale û qedexeya hatûçûyê jî nemaye.

Weke tê zanîn duhê çekdarên heşda şebî, erebên hawirde û Tirkiman êrîşî ser welatiyên Kurd kiribûn û di encam de 4 welatiyên Kurd hatibûn şehîdkirin 15 welatiyên din jî birîndar bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.