Daxaza guhertina rejîma Îranê tê kirin

daxwaz ji civaka cîhanî dikin piştîvaniya xelkê Îranê bike.
کوردستان TV
100%

300 çalakvanên Îranî daxuyaniyeke hevbeş belav kirine.

Li gel nêz bûna salvegera şoreşa Jîna Emînî li Îranê liv û tevgerên çalakvanan li dijî rejîmê jî didomin.

Di vê çarçoveyê de zêdetir ji 300 çalakvanên navdar yên Îranî, daxuyaniyeke hevbeş belav kirine û dilgiraniya xwe ya li hember desthilata olî û dîktatoriyeta olî ya rejîma Îranê diyar kirine.

Ev çalakvanên han herwiha daxwaz kirine daku, civaka cîhanî hevkariya xelkê Îranê bike bo guhertina rejîma Îranê û piştîvaniya daxwazên xelkê Îranê yên bo azadî û demokrasiyê bike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.