Ferman bi wan kiriye êrîşî ser HSD bikin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê şerê navbera HSD û çekdarên Ereb yên ser bi Tirkiyeyê li Dêra Zorê berdewame û li derdorê Minbicê jî rewş aloz bûye.
Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, Tirkiye ferman bi komên cîhadî yên Sûrî yên ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanî kirin kiriye, daku, bi hawara çekdarên ereb yên li Dêra Zorê ve biçin û ji Cerablus û Babê ve dest bi êrîş kirine ser Minbicê bikin.
Ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî di vê derbarê de diyar kiriye ku, hêzeke zêde ya wan cîhadiyan li Başûrê Minbicê hatiye komkirin û di amadebaşiyê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin