Bi dehan welatiyên Kurd hatin girtin

14 welatiyên Kurd birîndar bûne.
کوردستان TV
100%

4 welatiyên Kurd jî şehîd bûne.

Piştî alozî û pevçûnên duhê bişev yên li Kerkûkê ku, di encam de 4 welatiyên Kurd şehîd bibûn û nêzî 14 welatiyên din jî birîndar bibûn, îro rewşa bajêr hinek arame lê operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê yên bo binçav kirina welatiyên Kurd didomin.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li Kerkûkê dane, heta niha bi dehan ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.

Peyamnêrê me yê li Kerkûkê herwiha eşkere kiriye ku, îro danê sibê dawî bi biryara qedexeya hatûçûyê ya li Kerkûkê jî hatiye.

Weke tê zanîn duhê bişev welatiyên Kurd yên li Kerkûkê bo vekirina rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê yaku, ji aliyê çekdarên Tirkman û Heşda şebî ve hatibû daxistin, xwepîşandan kiribûn lê hêzên ewlekarî û çekdarên heşda şebî û tirkman gole li ser wan reşandibûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.