Bankaya cîhanî deyin dide Tirkiyeyê

ev deyina han bo 18 salan dibe.
کوردستان TV
100%

Wezareta darayî ya Tirkiyeyê behsa rêkeftinê dike.

Wezareta xezêne û darayî ya Tirkiyeyê ragihandiye ku, di navbera Tirkiye û bankaya cîhanî de rêkeftineke mezin hatiye îmzekirin.

Li gor daxuyaniya wezareta darayî û xezêne ya Tirkiyeyê, vê hikûmeta vê welatî bi qasî 1 miliyar dolar deyin ji vê bankê bistîne û ev pereyên han jî bo avakirina deverên ku, di dema erdheja 6ê Sibatê de zirar ber wan ketibû, tê bikaranîn.

Bankaya cîhanî bo 18 salan vê pereyê dide Tirkiyeyê û lazime Tirkiye piştî 5 salan dest bi vegerandina pereya han bike.

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.