Duhê bişev li Kerkûkê alozî derketibûn.
Piştî alozî û pevçûnên duhê bişev yên li Kerkûkê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bi rêya telefûnê peyvîn û behsa rewşa Kerkûkê kirin.
Di heman peywendiya han ya telefûnî de her du alî tekez li ser rêkarên bilez yên bo pêşî girtina aloztir bûna rewşa heyî û pêşî girtin ji hewldanên têkder û parastina aştî û aramiya Kerkûkê kirin.
Her du alî diyar kirin ku, lazime aliyên ewlekarî yên li Kerkûkê bêyî cudatî ewlekariya tevahiya pêkhateyên nava bajarê biparêzin û rê nedin ku, rewşa bajêr aloztir bibe û lazime lêkolîn li ser kesên ku, gule reşandine û xelk kuştine were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin