Serok Barzanî: Ev rewşa han encamên xirab bi xwe re tîne

dibêje lazime bilez dawî bi zordariya han were anîn.
کوردستان TV
100%

Derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kiriye.

Serok Barzanî kêliyek beriya niha derbarê rewşa aloz ya Kerkûkê de daxuyaniyek bo raya giştî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Ev çend roj in, li Kerkûkê hinek alî, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) asteng dikin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin welatî jiyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin.

Wan rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelek nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.”

Serok Barzanî diyar kir ku wan her tim xwestiye Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de û lê ev serederiya nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye.

Cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û kiryarên neyasayî yên astengkaran negirtine.”

Serok Barzanî da zanîn ku hêzên Îraqê li Kerkûkê tundûtûjî li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tîne û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin û got:

“Ev serederî nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna zarokên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî got: Ez bang li Serokwezîrê Îraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne. Ev ji ber ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.