Îran: Me 14 sîxor girtine

dibêje 43 bombeyên bihêzkirî jî li gel wan bûne.
کوردستان TV
100%

Dibêje kar bo Îsraîlê kirine.

Wezareta îtlaata Îranê daxuyaniyek belav kiriye û têde qala girtina tîmeke sîxorî ya Îsraîlê kiriye.

Li gor daxuyaniya îtlaata Îranê, hêzên wan li çar parêzgehên Îranê dijî tîmeke 14 kesî ya sîxorî kirinê bo Îsraîlê operasiyoneke berfire lidar xistine û di encama operasiyona han de tîmeke 14 kesî li gel 43 bombeyên bihêzkirî hatine girtin.

Di daxuyaniya îtlaata Îranê de hatiye eşkere kirine ku, ev sîxorên han zêdetir li Almanya û Tirkiyeyê de mane û di wan demên dawî de hatine Îranê û kar bo Îsraîlê kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.