Şandeke parlementoya Kanadayê serdana wezareta pêşmerge kir.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, şandeke parlementoya Kanadayê yaku, ji komîteya dostatiyê ya parlementoya Kanadayê pêk hatiye serdana wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.
Şanda parlementoya Kanadayê diyar kiriye ku, armanc ji vê serdana han bihêztir kirina têkiliyên navbera dezgehên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Kanadayê ye.
Her di heman civînê de giftûgo li ser reformên nava wezareta pêşmerge û çend mijarên din hatiye kirin.
Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser gefên terorê û hewldanên heyî yên bo rûbirû bûna terorê û parastina ewlekariya deverê jî hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin