Çend balefirên veguhastinê hatine jinavbirin.
Li gor çapemeniya Rûsî duhê bişev dronên Ukraynî li Bakûrê Rojavayê Rûsyeyê êrîşî ser navendeke asmanî ya hêzên Rûsî kirine.
Çapemeniya Rûsî diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de yaku, li bajarê Pskov ya li Bakûrê Rojavayê Rûsyeyê de pêk hatiye, navendeke asmanî ya veguhastinê hatiye armanckirin û di encam de çend balefirên veguhastinê yên Rûsî rastî zirarên gelek mezin hatine.
Rûsye jî weke bersif dana vê êrîşa han êrîşî ser 4 qayîqên Ukraynî kiriye û ev her çar qayîq ji nav biriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin