Koşka Serokkomariya Franseyê ev yek ragihandiye.
Îro sêşem 29ê Tebaxê Koşka Serokkomariya Franseyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku, duhê duşem leşkerekî Fransî ku, endamê tîma komando ya paraşûtê bûye canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev leşkerê Fransî di dema bicîh anîna pîwerdariya xwe de li gel artêşa Îraqê ya li dijî terorê canê xwe ji dest daye.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de tekez li ser piştîvaniya Serokatiya komar ya Franseyê bo leşkerên vê welatî yên li Îraqê hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin