170 kesên din li vê bajarê hatin bicîhkirin.
Li gor zaniyariyên ku, ji Rojavayê Kurdistanê destketine, hikûmeta Tirkiyeyê û komên çekdar yên Sûrî yên ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin berdewamin li ser guhertina bajarên dagîrkirî yên Rojavayê Kurdistanê.
Zaniyarî qala vê yekê dikin ku, rixmî berdewamiya prosesa guhertina demogirafiya Efrînê, hevdem Tirkiye û komên cîhadî bi hevbeşî dest bi guhertina demogirafiya Girê Spî û Serê Kanî kirine û di vê çarçoveyê de di rojên derbasbûyî de 170 kesên din ku, ji penaberên navçeyên din yên Sûriyeyê û kesûkarên endamên komên çekdar pêk hatine li ser malên welatiyên Kurd yên li Girî Spî hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin