Wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê jî serdana Îraqê dike.
کوردستان TV
100%

Îraq û Tirkiye têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Îro wezîrê bazirganî yê Tirkiyeyê Omer Bolat bi serdaneke fermî gehêşte Bexdayê û ji aliyê wezîrê pilan danînê yê Îraqê ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna han de her du alî giftûgo li ser têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îraqê de û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han kirine.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî serdana Îraqê kiribû û biryare di Îlonê de Serokkomarê Tirkiyeyê jî serdana Îraqê bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.