Berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê li gel nunerê YE civiya.
Berpirsê Fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li gel berpirsê nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê yê li herêma Kurdistanê Torkild Baig civiya.
Di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya deverê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hevdem nîqaş li ser têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê hatiye kirin û her du alî balkêşandine ser çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han.
Her di heman civînê de berpirsê nivîsîngeha YE behsa vê yekê kiriye ku, YE hewl dide daku, têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê bihêztir û berfiretir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin