Konsulusê Amerîkayê serdana wezareta elektirîkê kir

petrola Kurdistanê bo Amerîkayê gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Behsa pirsa petrol û rewşa elektirîkê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyeke wezareta elektirîkê îro Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Marck Strow serdana wezareta elektirîkê û petrolê kiriye û li gel rayedarên wezaretê civiyaye.

Di civînê de giftûgo li ser pirsa henarde kirina petrola Kurdistanê û rewşa elektirîkê ya li Kurdistanê de hatiye kirin û Konsulusê Amerîkayê hêvî xwestiye ku, bi hevbeşiya navbera Bexda û Hewlêrê jî proje qanûna petrol û gazê were amadekirin û ev kêşeya han were çareserkirin.

Konsulusê Amerîkî tekez li ser girîngiya mijara petrola Kurdistanê bo Amerîkayê kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.