Siûdiye dixwaze navendên Etomî ava bike

eger heye Siûdiye li gel Çînê li ser ava kirina navendên etomî lihev bike.
کوردستان TV
100%

Du welat pêşniyara ava kirina navendên etomî dane Siûdiyeyê.

Li gor nûçeyeke rojnameya Brîtanî Financial Times hikûmeta Siûdiyeyê dest bi amadekariyên pêwîst bo şopandin û nirxandina pêşniyarên Franse û Çînê yên bo ava kirina navendên etomî li vê welatî kiriye.

Financial Times belav kiriye ku, rayedarên Siûdî ku, xwe bo ava kirina navendên etomî amade dikin, dest bi şopandin û nirxandinên pêwîst yên li ser pêşniyarên Çîn û Franseyê yên derbarê ava kirina navendên etomî li Siûdiyeyê kirine.

Çavkaniyê ev  yek tekez kiriye ku, niha Siûdiye hewl bo dûr ketin ji Amerîkayê dide û eger Siûdiye li gel Çîn li ser ava kirina navendên etomî lihev bike vê demê dûrketin û veqetîna Siûdiyeyê ji Çînê misoger dibe.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.