Rêkeftinên Totalê li Îraqê dikevin meriyetê

Total meydanên gaz û petrolê yên Îraqê nûjen dike.
کوردستان TV
100%

Total di warê enerjî de 4 rêkeftin li Îraqê îmze kiriye.

Kompaniye enerjî ya Fransî ya navdar Total ku, beriya niha derbarê enerjî de li gel hikûmeta Îraqê 4 rêkeftin îmze kiribû, rêkeftinên xwe dixe meriyetê.

Di vê derbarê de Berpirsê giştî kompaniya petrolê ya Besreyê Basim Ebdulkerîm ragihandiye ku, ev 4 rêkeftinên navbera kompaniya total ya Fransî û hikûmeta Îraqê yên ku, derbarê enerjî û petrolê de hatine îmzekirin, dikevin meriyetê.

Li gor rêkeftinên han vê kompaniya Totalê hewla bikar anîna gazê ji meydanên gazî yên Îraqê û nûjen kirina rafîneyên petrolê û herwiha zêdetir kirina rêjeya hêlbirîna petrolê li Îraqê dide.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.