Îraq dar xormayên xwe zêdeti dike

par Îraq 600 hezar ton xorma henarde kiriye.
کوردستان TV
100%

Niha nêzî 17 miliyon dar xorma li Îraqê hene.

Wezareta çandiniyê ya Îraqê ragihandiye ku, di salên derbasbûyî de jiber şer û mercan hijmara dar xormayên heyî li vê welatî kêm bûye û niha li seraserê welat de tenê 17 miliyon û 500 hezar darên xormayan hene.

Di daxuyaniya wezareta çandiniyê ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku, wezaret bi hevkariya aliyên din yên hikûmetê bernameyek bo zêde kirina hijmara darên xormayan amade kiriye û li gor vê bernameya han heta sala 2027an vê ev hijmara han bigehêje zêdetir ji 25 miliyon dar.

Ji aliyeke din ve wezaretê diyar kiriye ku, par Îraq bi giştî 600 hezar ton xorma bo bazarên cîhanê şandiye.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.