Heta niha nêzî 500 hezar kes hatine Îraqê

tê payîn bo Aşûrayê zêdetir ji 1 miliyon bawermendên Îranî serdana Îraqê bikin.
کوردستان TV
100%

Tevahiya wan bawermendên Îranî ne.

Li gor daxuyaniyeke wezareta navxwe ya Îraqê di nava çend rojên derbasbûyî de hijmareke zêde ji bawermendên Îranî bo beşdarî kirin di merasîmên Aşûrayê de bi rêya deriyên sînorî yên Îraqê hatine vê welatî.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, li tevahiya deriyên sînorî yên Îraqê amadekarî bo pêşwazî kirina bawermendên Îranî hatine kirin û ji bilî pas û tirimbîlên din şemendefer jî bo veguhastina bawermendan bo Kerbelayê hatine amadekirin.

Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê de ev yek hatiye eşkerekirin ku, di n ava çend rojên derbasbûyî de 459 hezar û 444 kes ji Îranê hatine Îraqê û tê payîn heta roja Aşûrayê zêdetir ji yek miliyon Îranî serdana Îraqê bikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.