Serokwezîr li gel şandeke Almanî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro me pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya Parlementera vê welatî birêz Lemia Qadoor kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Almanyayê li herêma Kurdistanê birêz Klaus Straicher jî têde beşdar bû, stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî li herêma Kurdistanê de hate kirin û tekez li ser girîngiya pêşde birina çanda miyanerewî û rûbirû bûna hizra radîkal hate kirin.
Herwiha me nêrînên xwe yên derbarê rewşa aware û penaberan li herêma Kurdistanê û rûbirû bûna metirsiyên terorîstên DIŞIê anîn ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin