li balefirxaneya Hewlêrê hate pêşwazîkirin.
Li gor zaniyariyên berdest çend kêliyên beriya niha wezîrê enerjî û samanên xwezayî yê Tirkiyeyê Alperselan Bayraqdar bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li balefirxaneya Hewlêrê ji aliyê berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hate pêşwazîkirin.
Ev serdana Alperselan Bayraqdar di demekê deye ku, her îro pênceşm danê sibê, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ji Bexdayê gehêşte Hewlêrê.
Biryare ev her du wezîrên Tirk li gel rayedarên Kurdistanê çend civîn û hevdîtinan pêk bînin û behsa çend mijaran bi taybetî liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin