Serokê vê koma han duhê hatiye kuştin.
Piştî ku, duhê danê êwarê di bûyereke nediyar ya ketina balefirek ku, têde Serokê koma çekdar ya Wagner Yevgeniy Prigojin jî hebû, koma Wagner daxuyaniyek belav kir.
Koma Wagnerê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, ev balefira han ji aliyê Rûsyeyê ve hatiye xistin û emê Moskovayê jî dagîr bikin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê jî diyar kiriye ku, bi kuştina Yevgeniy Prigojin ne ecîbmayiye jiber ku, beriya niha Putin gef li wî kiribû.
Di vê bûyera han de ji bilî Yevgeniy Prigojin, Cîgirê wî û damezrênerê sereke yê vê koma çekdar jî canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn di meha Hezîran de Wagner li dijî Putin dest bi serhildanek kir ku, tenê 24 seatan dom kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin