Li sê parêzgehan operasiyon dijî DIŞIê hatiye kirin.
Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê, duhê hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îraqê li ser esasê zaniyariyên ku, derbarê liv û tevgerên DIŞIê de destê wan ketine, operasiyoneke berfire lidar xistine.
Di operasiyona han de yaku, li sê parêzgehên Nînova, Kerkûk û Diyalayê de hatiye lidarxistin herî kêm 11 terorîstên DIŞIê ji aliyê hêzên ewlekarî û leşkerî yên Îraqê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin