Li gel rayedarên Kurdistanê dicive.
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku, serdana Bexdayê kiribû, piştî bi dawî hatina civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, gehêşte Hewlêrê û niha li Hewlêrê ye.
Biryare Hakan Fîdan li Hewlêrê jî li gel Serokê herêmê, Serokwezîrê herêmê û Serok Barzanî jî bicive û di civîn û hevdîtinan de behsa çend mijaran were kirin.
Weke tê zanîn Hakan Fîdan 22ê vê mehê çûbû Bexda û di civîn û hevdîtinan de behsa amadekariyên serdana Erdogan bo Bexdayê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin