Li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê civiya.
Duhê bişev wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiya û piştî civînê jî her du alî di konferanseke çapemeniyê de behsa naveroka civînê kirin.
Di destpêka konferansa çapemeniyê de wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ragihand ku, di civînê de giftûgo li ser gelek mijaran bi taybetî têkiliyên abûrî û bazirganî, mijara avê, destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê, şerê dijî terorê û çend babetên din kiriye.
Husên anî ziman ku, Îraq bi ti awayî rê nade ti aliyekî ku, ji axa Îraqê ve êrîşî ser cîranên Îraqê bike.
Her di heman konferansê de Fûad Husên anî ziman ku, di civînê de behsa projeya hevbeş ya xeta şemendefer ya Faw bo bendera cîhanê û girîngiya vê projeyê bo her du aliyan hatiye kirin.
Di vê konferansa han de wezîrê derve yê Tirkiyeyê jî eşkere kiriye ku, Tirkiye gelek girîngî dide ewlekarî û aramiya Îraqê û hewl dide têkiliyên xwe yên di her warî de li gel Îraqê bihêztir bike.
Hakan Fîdan herwiha diyar kiriye ku, projeya xeta şemendefer ya Faw bo Cîhanê gelek girînge û Tirkiye ev projeya han bi cidî dibîne û xebateke gelek baş li ser vê projeyê dike.
Fîdan di beşeke din ji axaftinên xwe de qala vê yekê kiriye ku, Tirkiye amadeye di warê şerê dijî terorê de bi her awayî hevkariya Îraqê bike.
Hakan Fîdan diyar kir ku, li ser mijarê avê jî Tirkiye vê mijarê weke mijareke însanî dinirxîne û li gel Îraqê li ser ava kirina komîteyeke hevbeş derbarê mijara avê de lihev kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin