Îro li gel Mamosteyên deverê civiya.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Behdînanê de, îro Serok Barzanî li Dihukê li gel Mamosteyên zanîngehan, perwerde û akademiyên deverê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî behsa rol û xebata Mamosteyan bo perwerde kirin û pêgehandina ciwanan û civakêê kir û rola Mamosteyan bi girîng wesif kir û spasiya Mamosteyan jî kir ku, di her rewşekê de berdewam bûne li ser erkên xwe û rê nedane prosesa perwerdehiyê li Kurdistanê de raweste.
Serok Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de behsa rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, tevahiya hewl û karînên xwe bo çê kirina yekdengî û yekhelwestiya nav mala Kurdî bi tevger dike û got: Cudatiya raman û nêrînan tişteke xwezayiye lê lazime li ser mijar û babetên netewî û steratejîkî yekdengî û yekhelwestî hebe.
Derbarê rewşa Îraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, dewleta Îraqê li ser esasê hevbeşiya navbera Kurd û Ereb hatiye damezrandin lê ev hevbeşiya han hatiye jibîrkirin û para Kurdistanê bû genocide û wêrankarî.
Piştî hilweşandina rejîma Besê derfeteke din kete destê Îraqê bo dabîn kirina hevbeşî, lihevkirin û hevsengî li ser esasê destûrê û destpê kirina jiyan û serdemeke nû lê dîsa pişt li destûrê hate kirin û hinek ji aliyên Îraqî armanca xwe ya bo lawaz kirin û birçî hêştina gelê Kurd eşkere kirin.
Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de beşdarên civînê ji encamên serdanên şanda hikûmet û şanda partiya demorkata Kurdistanê yên bo Bexdayê û civîn û hevdîtinên wan li gel rayedarên Bexdayê û hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyan agehdar kir.
Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de diyar kir ku, niha hewldanek heye ku, dixwaze naomêdî û nehêştina hişmendiya netewî û nîştimanî di nava me de belav bike, lewre daxwaz ji Mamosteyan kir daku, di vê warî de rola xwe ya çalak bilîzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin