Îsraîl dîsa êrîşî ser Dîmeşqê kir

armanca êrîşan sê navendên leşkerî bûye.
کوردستان TV
100%

Derbarê zirarên êrîşê de zaniyarî nehatine belavkirin.

Li gor çapemeniya Sûrî direngiya şeva derbasbûyî artêşa Îsraîlê careke din êrîşî ser derdorê bajarê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kiriye.

Çapemeniya Sûrî her çend behsa zirarên vê êrîşê nekiriye lê daye zanîn ku, sîstema berevanî ya asmaniya Sûrî kariye bersifa êrîşa han bide.

Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên din diyar dikin ku, armanca êrîşa Îsraîlê sê navendên leşkerî yên li nêzî balefirgeha Dîmeşqê ya li navçeya Kiswe bûye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.