Wezîrê petrolê yê Îraqê li Tirkiyeyê ye

Serokwezîrê Îraqê jî beriya çend rojan daxwaza lihev kirinê li gel Tirkiyeyê kiribû.
کوردستان TV
100%

Giftûgo li ser henarde kirina petrola Kurdistanê dike.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê wezîrê petrolê yê vê welatî Heyan Ebdulxenî serdana Enqereyê kiriye û li gel aliyên têkildar yên Tirkiyeyê civiyaye.

Di vê derbarê de balyozxaneya Îraqê li Enqereyê ragihandiye ku, duhê duşem wezîrê petrolê yê Îraqê li Enqere li gel aliyên têkildar yên Tirkiyeyê civiyaye û di civîn û hevdîtinan de giftûgo li ser henarde kirina petrola Kurdistanê bo bendera Cîhan ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

weke tê zanîn beriya niha Serokwezîrlê Îraqê jî gotibû ku, lazime her çawe bûye li gel Tirkiyeyê li ser destpê kirina henarde kirina petrolê lihev bikin.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.