Ukrayna bi dronan êrîşî ser Moskova kiriye.
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê belav kirk u, îro duşem danê sibê artêşa Ukraynayê xwestiye bi rêya dronan êrîşî ser Moskovayê bike.
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, sîstema berevaniya asmanî Rûsî kariye beriya ku, dronên Ukraynî bigehêjin cîhên xwe, êrîşî ser wan bike û wan ji nav bibe.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, yek ji wan dronan ji kontrol derketiye û li çoleke nêzî Moskovayê ketiye erdê.
Weke tê zanîn şerê navbera Rûsye û Ukraynayê didome û duhê jî piştî Amerîkayê, Holenda û Danîmark biryar dabûn nêzî 60 balefirên F16 bidin Ukraynayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin