Rayedarên biyanî serdana Îraqê dikin

roja çarşemê wezîrê derve y ê Tirkiyeyê serdana Bexdayê dike.
کوردستان TV
100%

Di nava du hefteyên pêşiya me de têne Bexdayê.

Wezareta derve ya Îraqê ragihandiye ku, di nava du hefteyên pêşiya me de gelek rayedar ji welatên biyanî vê serdana Bexdayê bikin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev rayedarên han di asta wezîran dene û vê li Bexdayê li gel rayedarên Îraqê bicivin û behsa çend mijaran bikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala vê yekê jî hatiye kirin ku, vê roja çarşem 23ê Tebaxê wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî serdana Bexdayê dike.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.