Du welatên din F16an didin Ukraynayê

heta niha Rûsye ti bertek nîşanî vê biryara han nedaye.
کوردستان TV
100%

Yekem car Amerîka biryara şandina F16an dabû.

Şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê yaku, Rûsye texmîn dikir demeke kurt bajo, her diçe dijwartir dibe û serdestiya Ukraynayê jî her diçe berfiretir dibe.

Di vê çarçoveyê de welatên Rojavayî jî berdewamin li ser hevkarî kirina Ukraynayê û piştî biryara Amerîkayê ya bo şandina balefirên cengî yên F16 bo Ukraynayê du welatên din yên Ewrûpayî jî ( Danîmarka û Holenda) jî biryar dan daku, di demeke nêz de hijmareke zêde balefirên cengî radestî artêşa Ukraynayê bikin.

Heta niha Rûsye ti bertekeke fermi nîşanî vê biryara han nedaye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.