Li Zaxoyê li gel xelkê Zaxo û derdorê civiya.
Îro Serok Barzanî di çarçoveya serdanên xwe yên bo bajarên devera Behdînanê de li Zaxoyê li gel şêniyên Zaxo û derdorê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û spasiya amadebûyan kir û ragihand ku, gelek kêfxweşe careke din hatiye Zaxo û li gel xelkê Zaxoyê dicive.
Serok Barzanî di gotara xwe de balkêşande ser wan proje û xizmetgozariyên ku, soza bicîh anîna wan hatibû dayîn û ragihand ku, bi her awayî piştîvaniya we û daxwazin we dikim û lazime zêdetir xizmeta devera îdareya serbixwe ya Zaxoyê were kirin.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku, hawîrdora vê deverê bo çandiniyê gelek başe lewre lazime zêdetir girîngî bi kerta çandiniyê were dayîn daku, bi vê rengî derfet bo xweşgozeraniya şêniyên deverê were afirandin û got: Şîreta min ya herî girîng bo hikûmet, hizb û aliyên têkildar hertim ev bûye ku, xizmetkarê xelkê xwe bin.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê kir û got: Hewlên me bo çê kirina yekdengî û yekrêziya nava mala Kurdî didomin bi taybetî li ser mijarên netewî û berejwendiyên nîştimanî û lazime ti aliyek wan berejwendiyan binpê neke û xwe ji wan nedize.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, PDK bi dengê xelkê bûye desthilat lewre lazime PDK ev baweriya han biparêze û hilbijardin were kirin.
Derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, îro li Îraqê gelek kêşe û qirîz hene û sedema sereke ya wan jî pêbend nebûn bi destûr û rêkeftinên îmzekiriye.
Serok Barzanî herwiha daxwaz kir welatiyên Kurdistanê ji astengî û gefên li berdem Kurdistanê werin agehdarkirin û tekez li ser pêbendî bi rihê netewî, parastina buha û pîroziyan û doza reva ya gelê Kurdistanê kir.
Piştî gotara Serok, sozê axaftinê bo beşdaran hate dayîn û gelek kes nêrînên xwe anîn ziman û çend pirs jî ji Serok Barzanî pirsîn û Serok Barzanî jî bersifa wan pirsan da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin