Bazirganiya navbera Îran û Kurdistanê zêdetir dibe

Îran û Kurdistan têkiliyên bazirganî berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Di salekê de 1 miliyar dolar bazirganî hatiye kirin.

Waliyê Urmiyeyê Mihemed Sadiq Mutemêdiyan ku, li gel Cîgirê wezîrê navxwe yê Îranê niha li Hewlêrê ye, îro li Hewlêrê li gel waliyê Hewelêrê Omîd Xweşnav konferanseke çapemeniya hevbeş lidar xistin.

Di kongreya han de Mihemed Sadiq Mutemêdiyan ragihand ku, sala derbasbûyî liv û tevgereke baş  ya bazirganî di navbera Îran û herêma Kurdistanê de li deriyê sînorî yê Hac Omeranê hatiye kirin û rêjeya ev liv û tevgera han li gor salên derbasbûyî zêde bûye û di salekê de bi qasî 1 miliyar dolar bazirganî di navbera her du aliyan de li vê deriya han hatiye kirin.

Her di vê kongreya çapemeniyê de waliyê Urmiyeyê ragihand ku, Îran dixwaze liv û tevgerên xwe yên bazirganî li gel Kurdistanê zêdetir bike û hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi germî pêşwaziya vê daxwaza Îranê kiriye û karasaniyên pêwîst bo Bazirgan, karsaz û hilbirênerên Îranî kiriye.

Di berdewamiya vê kongreya çapemeniyê de her du alî behsa hatina bawermendên Îranî bo Kurdistanê û çûna wan bi rêya Kurdistanê re bo Kerbelayê jî hate kirin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.