Siûdiye: Sosiyal medya di kontrolê deye

dibêje armanca me parastina berejwendiyên giştiye.
کوردستان TV
100%

Dibêje wenêrînê bo naveroka sosiyal medyayê dikin.

Hikûmeta Siûdiyeyê daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku, aliyên têkildar yên hikûmeta Siûdiyeyê bi awayeke berdewam û 24 saetî çavdêriya sosiyal mediya û çalakiyên bikarberên sosiyal medyayê dikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hikûmeta Siûdiyeyê diyar kiriye ku, armanca wan ji çavdêrî kirina sosiyal medya ewe daku, pişt rast bin tiştên ku, têne weşandin li gor zagonên Siûdiyeyê ne.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, armanceke din ya Siûdiyeyê parastina berejwendiyên giştî û mafên bekarberên sosiyal medyayê ye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.