Serok Barzanî: Lazime hikûmet û hizb xizmetkarên xelkê xwe bûn

dibêje hewldanên heyî bo çareser kirina kêşeyan berdewamin.
کوردستان TV
100%


Li Amêdiyê li gel xelkê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amêdiyê û derdorê de, îro Serok Barzanî li gel şêniyên deverê civiya.

Di civînê de ku, xwedanên xelata barzanî, oldar, navdarên deverê, nunerên pêkhateyan û rayedarên hizbî û hikûmetê jî têde beşdar bûn Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser xebat, têkoşîn û qurbanîdana xelkê deverê di nava qonaxên curbicur yên şoreşê de û rêzdariya xwe ya li hember qurbanîdana xelkê deverê diyar kir û ragihand ku, bo guhê girtin ji gazind, daxwaz û nêrînên wan ev serdana han bo deverê pêk aniye.

Serok Barzanî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê û aliyên din yên têkildar hewlên xwe dane û berdewam dibin li ser hewldanên xwe bo ku, destê awedaniyê bigehêje wan deveran û zêdetir xizmeta deverê û xelkê deverê bikin û got: Hin kêşe û arîşe jiber rewşa ewlekariya deverê, li vê deverê de hene jiber ku, jiber sedemên ewlekariyê hîn jî hin navçe û gundên vê deverê weke pêwîst nehatine xizmetkirin û ev yek jî bûye sedema kêm bûna derfetên karî û lawaziya kerta taybet li deverê de. Serok Barzanî xetab bi rayedarên hizbî û hikûmetê jî ragihand ku, lazime hizb û hikûmet xizmetkarên xelkê xwe bin.

Derbarê rewşa navxweyî ya Kurdistanê de jî Serok Barzanî anî ziman ku, hebûna hizrên cuda cuda tişteke normale lê lazime tevahiya aliyên siyasî li ser parastin û berevanî kirin ji pêgeha destûrî ya herêmê û berejwendiyên herêma Kurdistan û mafên xelkê Kurdistanê hemfikir û hemhelwest bin.

Derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqê de jî Serok Barzanî bi kurtî behsa demên derasbûyî kir û balkêşande ser wan têkiliyan piştî hilweşandina rejîma Besê û tekez li ser vê yekê kir ku, hewldanên heyî bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewamin û danûstandinên heyî jî bo vê yekê didomin û bo çareser kirina kêşeyan jî bi omîdin.

Di dawiya civînê de Serok Barzanî bersifa pirsên amadebûyan da.

Biryare piştî bi dawî hatina vê serdanê Serok Barzanî serdana îdareya serbixwe ya Zaxoyê jî bike.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.