Amerîka du komên cîhadî ceza dike

dibêje dijî şêniyên deverê tawanên cengî kirine.
کوردستان TV
100%

Ev her du komên cîhadî ser bi Tirkiyeyê ne.

Duhê înê wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û têde qala ceza kirina du komên çekdar yên Sûrî yên ser bi Tirkiyeyê ve k ir.

Di daxuyaniya wezareta darayî û xezêne ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, her du komên cîhadî yên çekdar Silêman Şah û Hemze û herwiha Fermandarên wan jiber binpê kirina mafên mirovan li Efrînê hatine cezakirin.

Di daxuyaniya han de hetiye eşkere kirin ku, ev her du komên ser bi Tirkiyeyê ve, tawanên cengî li Efrînê dikin, demografiya bajêr bi zorê diguherin û bi darê zorê xelkê direvînin û eşkence li şêniyên deverê dikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.